Feqiyê Teyran (1590-1660) yek ji helbestvanên kurd yên mezin û klasîk e.Feqiyê Teyran li Miksa ko girêdayîyê Colemêrg (Hekarî) ye ji dayîk bûye. Lê Mûks an jî Miks (tr: Bahçesaray), nuha girêdayîyê Wan ê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmanîyan fermana mîrî yê girtine.
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:
Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye:
"Şahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta Şêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reş« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eşhar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di şihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e ".Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba şahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê şêxê senhanî« nik min heye.
Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê şêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meşhûr e« . Li gora vê şerhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê şêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê reş« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê reş« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.
Dibêjin ko Feqehê Teyran şagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê işaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.
Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, şîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêşetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:
Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêşetê.
Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê şêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:
Miksî [1] ji wê meymestihê[1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eşqê
sihtiye
Ev şihir vi şêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiyeji »eyn û lam« a
hicretê
Miksî [1] ji wê
meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji
eşqê sihtiye
Ev şihir vi şêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiyeji »eyn û
lam« a hicretê
Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî şahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji şêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.
Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keşekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniştin ser darê. Çûk pev re diştexilîn û Feqeh dikenî. Keşê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?
Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.
Keşe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.
Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min.
Keşe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got:
– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êşandin.
Keşe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiştin Cizîrê Feqeh çû Medresa Sor, keşe çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiştekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Keşê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê şanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere.
Vê carê, keşe kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr şande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin.
Mîr jî şertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û reşand nava Westaniyê, û xwe li paş kevirekî veşart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re ştexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:
– Ma kê ev zad reşandiye vê derê?– Feqehê Teyran ev zad reşandiye, seba xezînê.– Ma tu nizanî xezîne li kû ye ?– Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.
Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piştî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî:Ezbenî min xezîne bi cih kir.Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje...
Feqeh got: Beramberê serê keşê bidin min.
Mîr got: Serê keşê bi laşê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê keşê ji laşê wî vekin.
Anîn serê keşê jê vekirin û danîn ser şehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keşê ne hatin.
Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê keşê hinde giran e, ji lewre te ev şert bi min re kir.
Feqeh deyn ne kir, zêr ji şehînê rakirin û çend kulm ax avêtine şûnê. Milê axê daket, serê keşê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:
– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez şanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.
Ev her sê şahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:
Ezê niho hin şihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê şexê senhanî:Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimaş re xerîdar
Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hişyar
bikim
Da ez ji şêx dim wesfekî
Şêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû
di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
Şêxek hebû
sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan
Ji qesîdeke wî:
Bizan ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuştim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti
wi
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez
im
Miştaqi rindî ez im
Aşiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweş qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Şûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji
wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan
ti wî.
Berhemên Feqiyê Teyran
- Ey Avê Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxana "El Hewadîs" li Bexdayê hatiye çapkirin.
- Şêxê Sen'an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap kiriye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.
- Bersîsê 'A'bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.
- Hespê Reş
- Sîseban
- Xan Dimdim
Asagida okuyacaginiz Yazi, Eksi Sozluk Yazari "ne mutlağım ne de muğlak" Dan Alintidir
Kelime manası olarak kuşların hocası, üstadı manasına gelen bu kelime, evvel zaman kürt şairlerinden, dengbejlerinden birinin mahlasıdır aynı zamanda.. yaşar kemal in karıncanın su içtiği isimli romanın sekizinci bölümünde masalsı bir şekilde anllattıgı öyküden aktarabilecegim kadarıyla;feqiye teyran aslında bir kürt emirinin oğludur.. nufuz sahibi olmayı, emirlik yapmayı bir kenara iterek hayatını efsanevi bir kuşu görmeye adamıstır.. yıllarca mezopotamya da ayak basmadık yer bırakmaz.. ziyaret etmediği köy, kuşu bulmak için sorulmadık dengbej bırakmaz yörede.. herkes bu anka kuşu hakkında bildiklerini söyler; birçok insan bu kuşu bulmak adına yola çıkmış, harap olmuş, kayıplara karışmıştır.. herkes en iyi dileklerini feqiye sunarak azık verir, giyit verir, yatacak yer verir, ardından iyi dilek ederler..feqi yıllarca bu kuşu bulmak adına gezinir, görülmedik kuş bırakmaz mezopotamya'da.. günlerden bir gün mavi bir kuş görür.. her yer maviye kesilir.. sonra apak bir kuş daha görür.. bu kuş başının etrafında üç kez dolaşır.. halka çizer, gözden kaybolur.. ışıl ışıl parlayan, gözleri kör eden kuşları bulur, heybesine alır.. bu kuşlar feqiyi kör etmezler, feqi nin içini ışıkla doldururlar.. mutluluk olur taşar feqi nin yüreği.. insanüstü sabrı sayesinde kuşların akına vakıf olur.. onları anlar, hisseder ve arkadaş olur kuşlarla.. sonunda anka kuşunun sesini duyar.. öyle bir sestir ki, taş kesilir feqi.. yüreği dolar.. hayatında böyle ses duymamıştır.. ancak güneş doğarken duyulabilen kuşun sesini duymaya vakıf olur.. bu ermişlik mertebesi sonrasında dengbej olur, kaval ve saz aranır.. bagdat da aradıgını bulur.. gösterişsiz bir kaval kendisine layık bulunur.. bu sıralarda unü,şöhreti tüm mezopotamya da duyulmuştur.. her gittiği yerde dengbej feqiye teyran diye bilinir.. kaval ile anka kuşunun sesinin etkisiyle dolan yüreği duyulmamış besteler çalar.. dinleyenler put kesilir, kımıldayamaz adeta büyülenirler.. yıllar sonra babasının konağına döner feqiye teyran.. mezopotaya da adını duyan herkes kendisini dinlemeye gelir.. yıllarca feqiye teyran ın stranları söylenir, çalınır bu yörede.. bu sırada kendisi hırka giymiş, kemale ermiş, sakal uzatmış, nurlanmıştır.. ve sonunda ölüm vakti gelmiştir feqiye teyran için de.. yeryuzunde ne kadar kuş varsa toplanır feqiye teyran olmeden önce.. sonunda kimsenin bakamadığı, ışıldamaktan bembetaz kesmiş bir kuş feqinin yanına gelir.. üç kez başının etrafında döner ve halka yapar.. feqi teyran sonunda hakkın rahmetine kavuşur..derler ki şu kürre-i arzda kuşların diline vakıf olmuş bir hz süleyman vardır bir de faqiye teyran..

0 yorum:
Yorum Gönder