18 Ekim 2008 Cumartesi

Leyla Qasim


Leyla Qasım, 1952 yılında Kerkük’te doğdu. ilk ve ortaöğrenimini gördükten sonra ailesiyle birlikte Bağdat’a göç etti. Bağdat’ta lise öğrenimini tamamlayan Qasım 20 yaşındayken Kürdistan Öğrenciler Birliği (YXK) ile tanıştı ve onlara destek verdi. Leyla Qasım bu dönemde peşmergelere katılma kararını verdi. Leyla Qasım I-KDP peşmergelerine katıldığı zaman Kürtler, özellikle Büyük Güney de hassas bir dönemden geçiyordu. 1974’ün baharında Baas rejimi Kürtlere karşı savaş açtı. Kürt ailelerini Bağdat’tan çıkardı. Irak rejimi Qeladize kentini bombaladı. Bombalama sonucunda 3 sivil yaşamını yitirdi. Daha sonra Halepçe’yi bombalayan rejim, birçok sivilin yaşamını yitirmesine neden oldu. Bu dönemde Leyla Qasım’a Kürt halkının sesini dünyaya duyurmak amacıyla bir uçak kaçırma görevi verildi. Ancak bu eylemde başarılı olamadı ve Leyla Qasım 4 arkadaşıyla birlikte 24 Nisan 1974’te yakalandı, Qasım ve 4 arkadaşı 13 Mayıs 1974 tarihinde idam edildi. Leyla Qasım yargılama sırasında mahkeme hakimine “Beni öldürün fakat şu gerçeği de bilin ki benim öldürülmemle binlerce Kürt uyanacak. Ben Kürdistan’ın özgürlüğü yolunda canımı feda ettiğimden dolayı sevinç ve gurur duymaktayım” dedi. İdam sehpasına giderken Ey Reqib’i okuyordu.


Jînenîgara Leylaya Qasimî

Leyla keça Qasimê kurê Hesenî ye. Li sala 1952ê li Banmila ser bi bajarê Xaneqînê, li şîrketa neftê (petrolê) ya bi navê Elwendê li Kurdistana Başur, di nav malbateka hejar û welatperwer da hat dinê. Xaneqîn jî weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê hertim bi siyaseta erebandinê ra rûbirû maye û heta roja îro jî siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewame. Kurdên bajarê Xaneqînê jî, li dema Şoreşa Îlonê bi germî beşdarê şoreşê bûn û di vê doza Kurdistanê da gelek şehîd dan.
Bavê Leylayê, Qasim, karkerekê parzinîna (tesfîyeya) neftê li Şîrketa Elwend bû, ko piştî teqawîtbûnê li sala 1971ê koçberî bajarê Bexdayê bûn. Xwîşk û birayên Leylayê Sebîhe, Selam, Sefa û Selah tev jî xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê xwendinê ji bo alîkariya debara jiyana malbata xwe bi xebatên corbicor mijul dibun.
Li Sala 1958ê Leylayê dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqînê jî xwendina xwe ya navendî dawî kir. Ji ber ko Leyla ji temenê zarokatiya xwe ve hejarî û xîzanî ditibû, xewna azadiya Kurdistanê jî didît û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di fikr û ramanên wê da şirîntir û bihêztir dibû û baweriya wê bi wekheviya keç û kuran hebû.
Leyla bi rêya birayê xwe yê mezin, Şehîd Selam Qasim-ko bi şêweyekê nihînî endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Iraq bû- li sala 1970ê bi fermî bû endama wê partiyê û di nava xwîndevanên Kurd da dest bi xebatê kir. Piştî wê li Bexdayê lîse jî qedand û dûra li sala 1971ê li zankoma edebyatê pişka civakzanistî (sosiyolojî) li zanîngeha Bexdayê hat pejirandin.
Ji sala 1972ê were di liv û lebata Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê da pişikdar bû. Îstixbarata Beesîyên Iraqê her der û hertişt kontrol dikir. Li wan salan piraniya hêz û bizava şoreşa Kurdan ya di bin rêberiya PDK-I da li çiyayên Kurdistana Başur û herêmên azadkirî civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ko herkes dibêjit:
" Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hilbidin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgêrî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne", biryar da ko tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin.

Evîna Leylaya Qasimî û Cewad Hemewendî

Leylaya Qasimî di nav hevalên xwe da ji yekî hez dikir ko navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev ra dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin seroktiya Adil Muradî da niyasî û wekî endam tevî wan bû û her bi desteka Cewadî, tevî refên pêşmergeyan bû.
Li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din da pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê ra da selmandin(îsbatkirin). Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê karxaneya (fabrîkaya) zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijart bû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ko di şoreşê da û di civakê da jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin.

Biryareka Dîrokî

Leyla û Cewad ko xwedî baweriyeka mezin bi doza neteweya xwe bûn, li sala 1974ê bi hevra gotarek li ser rewşa civakzanistî ya Kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ko gotara xwe biweşînin û di nava gelî da belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nûve û girtina wan bû sedema hindê ko gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran li 11'ê Adara sala 1970'ê, piştî danûstanên dûr û dirêj di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefayê Barzanî da, di çarçûveya Iraqê da otonomî ji Kurdên Kurdistana Başur ra hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê da heya Îlona sala 1974ê domand.
Di wê serdemê da Emrîkayê jî hevkariya serhildana Kurdan dikir, lê mixabin dema ko bi rastî pêdvî bi hevkariyê hebû, dewleta Emrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da jandarmê xwe yê rojhilata navîn Mehmed Reza Şahê Pehlevî ko ji bo şkandina şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan biken.
Piştî wê, dema ko Emrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berd, rejîma Iraqê dijberî Kurdan şerekê giran û hovane destpêkir û ji nişkave di civakê da pir tevlihevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tejî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb ra afirand. Herwiha li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û li 24ê Nîsana sala 1974ê bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombaran kirin ko di encamê da çend xwendevanên Kurd jî şehîd bûn.
Piştî vê yekê, Beesiyan hêrişî ser bajarê Helebçeyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovatiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leylaya Qasimî û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê da bûn ko divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê belkî xebata herî giran pêwîste di nava cergê dijmin da û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bihêt domandin.
Roja 28ê Nîsana sala 1974ê (28.04.1974) Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radiyo û televîzyona xwe da ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê ra dan niyasîn.
Leyla û hevalên wê di girtîgehê da rastî şikence û azareka pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ko piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt da (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheka formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.

Taybetmendiyên Leyla Qasimê û gotina dawiyê

Li gor dîtina ew kesên ko ji nêzve Leylayê diniyasin û ew dîtîye, Leyla keçeka netirs, zîrek, axiftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bû û di karê rêkxistinê û hizbayetîyê da jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam didan. Wê di çaxê ko di bin çavdêriya êstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê ra got:
"Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ko bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ko bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê da canê xwe fîda dikim'"
Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ko eger keçeka wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreka mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkbiînaba. Ji bona wê jî di demeka kin da bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û li roja 12ê Gulana 1974ê, li seet 7'ê berê sibê Leylaya Qasimî û hevalên wê îdamkirin.
Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên dawîyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. wê bi xwîndina marşa netweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin.
Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesîyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ko wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ko li Ewrûpayê dixwînd û endamên YQK bûn.
Beesiyan ji Leylayê daxwazkir ko bi nivîsîna nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bikit û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan ra diyar bikit. Leylaya Qasimî bi nêrîneka hişik û tifa ko avêtî ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:
"Ger ko ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ew e ko ez zû dimirim bêy ko bikaribim demeka dirêj ji gelê xwe ra xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ko di rastîyê da, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kirye."

Şehîdkirina Leylayê û karvedana (reaksiyona) Kurdan

Şehîd kirina Leylaya Qasimî û hevalên wê bû sebeb ko gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leylaya Qasimî wekî qehremaneka neteweyî dibînin. Li sala 1974ê dema ko Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin.
Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêrekeçên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin.

Leylaya Qasimî û ramanên wê

Li gor dîtina Leylaya Qasimî çewsdandina jina Kurd tenê di çarçûvê zulm û zordariya mêrê Kurd da bi sînor nebû, belkî wê ji bo guherandineka giştîxebat dikir. Di vê barê da Leyala dibêjit:
"Şêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê da hewcedara guherandineka siyasî, civakî û aborî ye û eger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî dê hertim bihêt bin pêkirin."

Navê Leylaya Qasimî di nav helbest û stranên Kurdî da

Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremanîya Leylayê kirîye û li ser wê helbest ristine. Seyda Hêmin Mûkryanî şaêrê millî yê çaxê komara Demokratîka Kurdistanê li ser qehremanîya Leylayê wiha dibêjit:


Ke to toray le çawim wek xewî min

Le biskit reştire mangeşewî min

Biro Mecnûn be Leylay xot menaze

Ke nawbangî pitir derkird ewî min


Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!

Be keyfî xot petit bawêje estom

Ewe pet niye mîdalî îftixare

Ke bûme qaremanî mîlletî xom.


Herwiha Seyda Cigerxwîn di helbesteka xwe da bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêjit:

Leyla keça Mît û Meda

Canê xwe da di ber me da

Bijîn heçî ko canfîda

Xweş bin ji te jar û geda


Leyla çiraxa şevreş e

Wê rû li Kurdan kir geş e

Kuştin bi me Kurdan xweş e

Zordarî êdî nameş e!


Leyla bijî, sed aferîn

Ji bo me bûye ol û dîn

Dîsa li min der bûn birîn

Heta ciger min bûye xwîn!


Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanê E'reb yên mîna Udunîs di helbestên xwe da behsa canfîdayiya Leylaya Qasimî dikin. Wek dibêjin hinek helbestvanên Filistînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirîye.
Herwiha hunermendên Kurd li her çar perçên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfîdayîya Leylayê bi bîr diînin:
Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên şaêrên Kurd ko derheqa Leylayê da vehûnandine bi awazên xweş stirandine.

0 yorum:

 

My Blog List

Hello

Ortaya çıkan çeteleşme eğilimlerini erkenden tespit edememe ve yeterince tavır koyamama ikinci önemli stratejik yetmezliktir. Bu rolü güvenilir arkadaşlara bırakmak dogmatizmin diğer bir sonucudur. O kadar soylu değeri çarçur ederlerken, mutlaka fark edebilmeli ve dur diyebilmeliydim. PKK'nin bütün soylu çabalarına en büyük darbeyi bu yönlü gelişmeler vurmuştur. Adeta canavarlaşmış bazı kişiliklerin inanılmaz nitelik arz etmelerinin izahı güçtür. Büyük emeklerle hazırlanan yapının bu öğelere kolay teslim olması daha da anlaşılmaz konudur. Bendeki müthiş arkadaşlık anlayışı hep en iyisini yaparlar, en dürüstüdürler, ellerinden gelmeyecek iş yoktur, çağdaş havarilerdir biçimindeki dogmatizme varan inanış bu gelişmelerde etkili olmuştur. Geç uyandık. Tam uyandığımızda veya fark ettiğimizde, stratejik olarak hem zaman hem büyük çabaların ürünü başta genç savaşçılar, halk, maddi ve manevi birçok değer kaybedilmişti.1992-1993 derslerini daha derinliğine çıkarmalıydım. Irak-Kuveyt krizi ile 1991'de ülkedeki gruplarla olmak daha doğru olacaktı. 1982'lerde yapmadığım işi, atmadığım adımı bu sefer yapma ve atma biçiminde olmalıydı. Ortadoğu çalışmalarını ikinci plana bırakmak gerekirdi. Fakat aynı yaklaşım, yoğun takviyeler altından başarıyla kalkılacağına beni inandırmıştı. Binlerce nitelikli kadro içinden mutlaka sürece cevap verenlerin çıkacağı hep beklenmişti. Fakat hareketin bağrındaki çetecilik ve sorumsuz merkezi yaklaşım tüm katkıları boşa çıkarıyordu. Tarih göz göre göre başarısızlığa götürülüyordu. Disiplin ve fedakarlıkla fazla değer kurtarılamaz, görevler başarılamazdı. 1992 sonlarındaki Osman Öcalan'ın YNK ile boyun eğmeyi andıran uzlaşması, Murat Karayılan ve Cemil Bayık'ın intiharvari çabaları tesadüfen birleşerek sürecin daha büyük kaybını önledi. Köklü ders çıkarılması gereken nokta buydu. Ülke içi ihmal edilmemekle birlikte, merkezi kadro yapısının köklü çözümüne ihtiyaç vardı. Bunu Suriye üzerinde yeni okullar açmayla telafi etme ve aşırı tekrarlama çalışmaları beni oldukça tıkadı. Çabaların anlamı pek kalmamıştı. Bizzat müdahaleyi yapmada geç kalmıştım. O kadar değer kaybından sonra yönelmeyi kendime yediremiyordum. Tıkanmayı askeri değil, siyasi yollardan açma deneyimi daha anlamlı geliyordu. Askeri yönelim toptan intihara götürebilirdi. Siyasi çalışma ise, daha potansiyelli hareketi mümkün kılabilirdi. Yapıda tekdüzelik sürdü. Aynı tarz çalışmalar KONGRA GEL dönemine kadar yansıdı. Son iç bunalımların kökeni aslında ülkeye gidiş ve orada üsleniş, çalışma tarzı ve temel taktik anlayışların bir devamından ibarettir. Özeleştiriler anlamlı yapılmamıştı. Eski kişilik ve çalışma tarzında ısrar vardı. Bu da her zaman ve her yerde anlamsız kayıplara, yerine getirilemeyen görevlere, acılara ve sonuçta tasfiyelere yol açmaktan öteye gidemezdi.İkinci yaşam dönemi devlet odaklı olduğundan, ama daha henüz yitirilmemiş komünal demokratik duruş özelliklerinden ötürü çelişkiliydi. Sonucu bu çelişkilerin boğuşması belirleyecekti. 15 Şubat 1999 aynı zamanda devlet odaklı yürüyüşe ölüm darbesi indirmişti. Eğer devlet odaklı particilik, devletçilik bir hastalıksa, o halde 15 Şubat 1999'da tüm kapitalist dünya devletlerinin bana vurduğu darbe aynı zamanda üçüncü doğuşum için bir ilaç, bir ebelik rolünü oynayacaktı.Üçüncü yaşam dönemi, eğer adına ve özüne yaşam denilebilecekse, 15 Şubat 1999'dan sonuna kadar gidilebilecek aşama olarak ayrıştırılabilir. Belirgin niteliği, genelde devlet odaklı, özelde kapitalist modern yaşamdan kopuşla başlamasıdır. Tekrar yaban yaşama koşmuyorum. On bin yıl öncesine gidecek değilim. Ama insanlığın bazı temel değerlerinin o yıllarda gizli olduğu da kesindir. Uygarlığın bin bir hile ve zorbalıkla kestiği o dönem insanlığı bilimsel teknik seviyeyle bütünleştirilmedikçe, insanın gerçek kurtuluşu, özgürlüğü mümkün olamazdı.Uygarlık ve devlet odaklı yaşamdan kopmak gerileme değildir. Tersine doğadan ölümcül kopuşa, kan ve yalana dayalı şişirilmiş iktidar kişiliğinden vazgeçme belki de en temelli sağlığa kavuşma imkanıdır. Hastalıklı toplumdan sağlıklı topluma, sıkboğaz, obez, çevreden kopmuş, bir nevi kanserleşme olan aşırı şehirleşmiş toplumdan ekolojik topluma, tepeden tırnağa otoriter ve totaliter devletli toplumdan komünal demokratik ve özgür eşit topluma doğru bir yöneliş söz konusudur. Avcı kültürüyle hayvan katliamına, uygarlığın insan katliamına, kapitalizmin doğa felaketine yol açan zincirleme halkasından kurtulma yeni bir insanlığa kapıyı aralayabilir. Hayvanlarla dost, doğayla barışmış, kadınlarla dengeli güç yapısına dayanan, barışçıl, özgür eşit, aşklı yaşam, bilim ve tekniğin gücünü savaş ve iktidarın oyuncağı olmaktan çıkarmış ahlaklı politik bir kişilik, beni, en azından ENKİDU'yu şehre ve devlete bağlıyan çekim gücü kadar çekiyor, anlamlı kılıyor. Tek kişilik tutukevinin yarattığı bir özlemden kesinlikle bahsetmiyorum. Büyük bir düşünsel, ruhsal paradigmadan bahsediyorum. Kategorik yaklaşımdan, büyük güce tapınmadan, çağın, tüm uygarlıkların kan lekeleri altında parıldayan yaldızlı yaşamlarından gerçekten hem bıktım hem nefret ediyorum.Çocukken genlerime işlemiş avcı kültüründen ötürü gözümü kırpmadan başlarını kestiğim, kopardığım, kurnazca avladığım kuşlardan, vurduğum hayvanlardan özür dilemekle başlamak istiyorum yeni yaşam dönemime. En büyük saadetin kaşaneli köşklerde değil, yeşil çevreli kulübemsi mekanda yaşandığına inanıyorum. Doğayı tüm renkleri, sesleri ve anlamları içinde dinleyerek, bütünleşerek yaşamın erdemine ulaşılacağına inanıyorum. Gerçek ilerlemenin dev kentlerden ve iktidar otoritelerinden geçmediğine, tersine bunların en büyük hastalık kaynağı olduğuna; buna karşın eski köyü de, yeni kenti de aşmış, ekolojik yerleşimi bilimin ve tekniğin en son verileri ile karşılayan bir mekansal yaşamın gerçek devrim olduğuna inanıyorum. Aradaki kocaman uygarlık yapılarının insanlığın mezarı olduğuna inanıyorum. Bir gelecek yürüyüşü olacaksa, bu gerçekler temelinde olursa anlamlı ve yürümeye değer olduğuna inanıyorum.Hiyerarşik devletçi sınıf uygarlığından kopmak en büyük özeleştiridir. Bunu başaracağıma inanıyorum. İnsanlığın çocukluğuna, emekçilerin, halkların unutturulmuş tarihine, kadınların, çocukların ve çocuk ihtiyarların ütopyalarındaki özgür eşit dünyalarına katılmayı, başarıyı orada sağlamayı daha çok istiyorum.Bunların hepsi ütopya. Ama bazen ütopyalar mezardan beter yapılar içindeki yaşamın tek kurtarıcı esinidir. Günümüzdeki mezarlardan beter yapılardan tabii ki öncelikle ütopyayla çıkış yapılacaktır. Durumum hiçbir insana benzemiyor. Benzemesini de istemiyorum. Daha iyi anladığıma, hissettiğime göre iyi yoldayım. Anlamın ve hissin yaşattığı bir insan en güçlü insandır. Büyüklere benzeme günahını bir daha işlemeyeceğim kesindir. Zaten benzemeyi ne çok istedim ne de becerdim. İnsanlığın geçmişi daha gerçektir. Ona saygılı olacağım ve yaşamı orada arayıp bulacak ve yeniden başlatacağım. Gelecek bu çabaların işleyiş halinden başka bir şey değildir.Hep kendimi mi düşünüyorum? Değil. Savunmam tüm insanlık için bir şeyler öğretebilir. Yeniden yapılanmış PKK bütün soylu arkadaşlarımı, anlam gücü ve iradesi olan yoldaşlarımı birleştirebilir. KOMA GEL tüm Kürdistan halkını ve dostlarını demokratik bir çatı olarak toparlayabilir. Yaşamımıza, ülke ve toplumumuza rasgele saldıracaklara karşı HPG iyi bir savunma savaşı verebilir; anlayışsız, zalim ve haksızdan hesap sorabilir. En soylu kadınlarımız tüm zamanların tanrıça olgunluğu, anlayışlılığı, melek saflığı ve azizeliği ve Afrodit güzelliğini kimliğinde bütünleştiren PAJK'da birleşebilir.Bu savunmayla temel insanlık anlayış ve idealimi uygarlığın son temsilcisi olarak hayli gururlu ve kendinden emin AB'nin yargı organı AİHM'e sunarken, olumlu beklentilerden ziyade, sistemin kar büyücülüğüne alet olmaktan öteye bir rol oynamayacağından ötürü üzüntülerimi belirtebilirim. Daha demokratik, özgür ve adil toplum dileklerimle saygılarımı sunarım.27 Nisan 2004Tek Kişilik Tutukevi/ Mudanya/ BursaAbdullah ÖCALAN

Mezopotamia History © 2008 Business Ads Ready is Designed by Ipiet Supported by Tadpole's Notez