featured-content
26 Eylül 2008 Cuma
İsmail Beşikçi 'Kürt Meselesi'ni değerlendirdi
23 Eylül 2008 Salı
Bir Dusun Pesine Dusmek/Hakan Aytekin
Sayılar yeterince berrak değil. Çokluk duygusu yaratma isteğinin öne çıktığını düşündüren sayılara bakılırsa bugün dünyada altı milyon Süryani yaşıyor. Kendisi de Bitlis’ten göçmüş Ermeni bir ailenin diasporada, ABD’de doğmuş bir bireyi olan William Saroyan’ın1 bir öyküsünde de dile getirdiği gibi bu sayılar çok abartılı. Çünkü bu kültürü kendi coğrafyasında sürdüremeyen bir halkın diasporada niceliği öne çıkartma eğilimi, niteliğin önemini perdeliyor. Çok olmanın “olmak” anlamına gelmesi bir yanılsama sayılabilir. Türkiye’de yaşayan Süryanilerin sayısının on beş bin civarında olduğu tahmin ediliyor. Süryani kültürünün en az bozulmuş haline rastlayabileceğimiz Güneydoğu Anadolu’da, özellikle Mardin ve Midyat çevresindeki Süryani nüfusu ise yaklaşık iki bin.
Uzaktalar… Çok çok uzakta… Akılları burada, gövdeleri orada… Doğdukları coğrafya çoğu için ve çoğu zaman bir düş ülkesi. Bu düş ülkesine yapılacak bir yolculuk ise hemen hepsinin düşlerini süslüyor. Kendisi de bugün diasporanın bir parçası olan, Hollanda’da yaşayan İsa Bakır’ın deyişiyle; “dönme isteği yüzde yüz, ama dönme olanağı yüzde kırk dokuz” çoğunun…
Midyatlı Cercis Şüşe’nin oğlu Bıtrıs Öğünç de bugün doğduğu topraklardan binlerce kilometre uzakta, Almanya’da yaşıyor. Oysa bir zamanlar, 1954-1969 yılları arasında Midyat'taki Mort (Azize) Şmuni Kilisesi'nde hem cemaate ibadet yaptırıyor hem de kilise bünyesindeki medresede eğitim veriyordu. Dilin ve dinin aktarımında önemli bir isimdi, Cercis Şüşe’nin oğlu. Onun eğitmenliği altında 60'dan fazla sınıf düzenlenmiş, kızlı-erkekli farklı seviyelerde öğrenciler din, Süryanice dili, tarih ve İngilizce dersleri görmüştü. O dönemde Bıtrıs’ın uğraşlarından biri de el yazmacılığı yöntemiyle kilise bünyesindeki kitapları kopyalayıp gelecek kuşaklara aktarmaktı. Onu tanıyanlar ve el yazmacılığı geleneğini iyi bilenlere göre, Bıtrıs eli iyi kalem tutan bir hattattı. Fırsat buldukça yazıyordu, tıpkı kendisinden önce, yaklaşık 2000 yıldır yazarak geleneği geleceğe aktaranlar gibi… Adet olduğu üzere, bu tür kitapların sonunda bir tür tarih düşülür, dönemin önemli olaylarına değinilirdi. Onun elinden çıkan bir “fanqitho” * nun son sayfasının satırlarına da bazı notlar düşülmüştü:
“Ey kardeşlerim,Bilmenizi isterim ki, Pazar akşamı çok kar yağdı ve kimse kar yüzünden kiliseye gelemedi. 40 gün boyunca kar yağdı. Tüm araba ve yaya yolları kapandı…
Bu kitap 13 Nisan 1967’de yazıldı. Büyük Oruç’un beşinci haftasının Perşembe gününde bitirildi. Midyat’taki Mort Şmuni Kilisesi’nin batı yönünde bulunan odada tamamlandı. Bu odada dönemin medrese çocuklarını eğitiyordum.”
Şu mukaddes kitabı yazan Midyatlı Cercis Şüşe oğlu Bıtrıs Öğünç, 13.4.1967
Kim bilir kaç kitabı böyle kopyaladı, o yıllarda... Ve nice küçük ayrıntıyı tarih düştü, sivil tarihin farkına varılmayı bekleyen bu incelikli satırlarına…
Bıtrıs Öğünç Haberi ; Gitmek icin Tiklayin
21 Eylül 2008 Pazar
Nivîsên bijarte yên Mûsa Anter
Ronakbîrê nemir Mûsa Anter bi nivîsên xwe yên piralî û dewlemend, bi helwêtsa xwe a Kurdistanî, bi zimanê xwe yê polîtîk û jiyana xwe a civakî cihê lêkolînên cewaz e. Nivîsên wî bi giranî bi kurdî belav dibûn. Lê gelek ji nivîsên wî di rojnameyên cewaz û beşek jê jî di "Yeni Ülke" yê de bi tirkî belav bûne. Pir giring e ku ew bêne wergerandin da ku Gelê Kurd jê sûdan wergire.Ji ber ku min birêvebiriya rojnameya "Yeni Ülke" yê li bakurê Ewropayê dikir, beşek ji arşîva rojnamê li cem min heye. Min, bi mûnasebata salvegera mamosteyê xwe yê nemir Mûsa Anter de ji bo xwendevanên kurdî beşek nivîsên wî yên bijarte wergerandine kurdî.
Êzîdîtî
(...) Yezîdî di nijada me de mirovên herî esîl in û zarokên Yezdanê Îlahî ne...
Berî niha ji Ewropayê du name ji Kurdên Yezdanî gihişte destê min. Yek jê ji Hogir yê din jî Beşîr ... hatibû. Piştî xwendina nameyên wan, ez pir kêfxweş bûm û hinekî jî xemgîn bûm...
Sedema kêfxweşiya min ew e ku, wan li hemberî zilm û hovîtiya dubare, carna jî sêbare ku hetanî sedsala me hatiye û li ser wana kêm nebûye, îro jî baweriya xwe pir xurt in û ji bo parasina ola xwe a netewî hasas in.
Ez xemgîn im, ji ber ku me li ser Êzîdîtî û Yezdanetiyê çi xebatên zaniyarî nekir ku em karîbin pêşkêşî wan bikin. Sedema nekirina xebatên wisan dibe sedem ku mirov hev şaş fêm bike...
Ciwanên Yezdanî yên şêrîn û dilovan. Ez dixwazim peyvek apê xwe ji we re bêjim. Apê min Hiseynê Esed wisa digot: Lawê min Mûsa, Em kurdên newêrek/tirsonek, me Îslamiyetî pejirand, lê kurdên me yên egîd/mêr li hemberî zordariyan serî netewandin û li ser ola me a netewî Zerdeştiyê, anku Yezdanetiyê man.
Ciwanên heja. We wateya peyva "Yezîd" şaş fêm kiriye. (wateya Yezîd û Yezdanetiyê ne yek e). Yezîd, wateya xwe ji erebî, ji peyva "ZYD" tê. Tê wateya "zêdebûn"ê û "bereket"ê. Îro gelek kesên misilman navên xwe "Bereket" e, dikine Bereket. Navê Yezîd bi taybetî li bakurê Efrîkayê populer e, li wir navên zarokê xwe dikin Yezîd. Yezîdê em qal dikin kurê "Muaviye" ye û tu girêdana wî bi me kurda û bi taybetî bi kurdên Êzîdî re tune ye. Tu cewaziya Yezîdê Muaviye ji awira sextekarî û hovîtiyê ji Türkeş û Ecevit ê li Tirkiyê tune ye.
Dema em li ser xwe, anku li ser xala xwe kur bibin (wateya Êzîdîtiyê bikolin) pêwîst e em li kurdiya kevnare û ya îro binêrin. Di Zimanê Kurdî de, mîna zimanê ewropiya "Sich" anku "Xwe" heye. "Yezd" di kurdiya kevnare de tê wateya "Xwe". "Dan" jî tê wateya "Afirandin, pêkanîn"ê.
Tê wê wateyê ku peyva "Yezdan" û "Xweda" tê wateya "Xweafirêner", "ji aliyê tu kesan ve nehatiye peydekirin, wî xwe peyde kiriye, afirandiye".
Binavkirina kurda a "Yezdan" bandora xwe piştî bi hezaran salî li ola ereba û cihûwan jî kirî ye. Weke mîsal, di "Quran"ê de, di ayeta "Îhlas"ê de wisa hatiye gotin: Tu kesî Xweda peyde nekiriye, ji dayikan çênebûye û tu kes jî jê çênebûye.
Ciwanên hêja yên Êzîdî, ma gelo peyva em qal dikin (Yezdanîbûn) wateya xwe ji "Yezdan" û "Xweda" nayê...
Zarokên min yê hêja, pêwîst e mirov hev şaş fêm neke. Di 50 salên jiyana min a nivîsandin/belavkirin/çapemeniyê de, min hez ji ola xwe a netewî Zerdeştiyê, anku Yezdaniyê kiriye, ez girêdayê wê me û min qala wê kiriye (19-25 temûz 1992)...
Ecevit
Ecevit, ez nizanim ku ez çi ji te re bêjim, çi nifiran li te bikim.
Ez ji te re bêjim: "nankor", pêwîst nake, ji xwe tu nankor e. Ez bêjim: "nijada te biqele" , "tu bê nijad bimînî". Spas ji Xwedayê dilovan re, ji xwe zarokên te tune ye, tê bê zarok bimire û here.
Ez dixwazim hinekî qala dîroka te a nankoriyê bikim:
1- Îsmet Paşa te li ber deriyê çapxaneyekî dît, bi destê girt û anî nav partiya xwe. Tu bi saya serê wî bû Ecevit. Paşê te, mîna Brûtusî îxanetek e mezin li Îsmet Paşayê 90 salî kir, te xwe kir birêvebirê partiya wî û te wî ji CHP ê qewirand/berda wî.
2- Herêma kurda bi giranî dengên xwe dane te. Li serê çiya û tehta navê te "Karaoğlan" nivîsîn. Lê te em xapandin.
Tu dibêjê ku, "Ez çûme hetanî Emerîkayê. Û min ji birêvebirê DYE re gotiye ku, dema hûn alîkariya xwe ji ser kurdên Iraqê qût nekin û piştgiriya Barzanî bikin dê têkiliyên me xirab bibin".
Wê demê Xwedê nehêle, tu serokwezîrê me bûyî. Tu qet ne layiqî serokwezîrtiyê bû. Lewma te barbadî bi karê wezaretê de anî û Silêman Demirel serokwezaretî ji destê girt. Tê wê wateyê ku tu ji Demirelî jî qelstir e.
Ez nizanim bê çi pirsgirêka te bi me kurda re heye. Wisa dihate qalkirin ku, tu sosyal demokrat e, rêz û hurmeta te ji mafê mirovan re heye û tu helbestvan e, xwediyê hîsên tenik e (!?). Ma ka li çi deverê ye helbestvanî, hîsên te yên tenik û hezkirina te a mirovan. Ez bawer nakim ku hîsên wisa li cem/nik te hebe. Ji ber ku cîhan bi şêweyekî din li pirsa bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê) dinêre. Kêmasiyên wir (zilma li hemberî kurda û herêmê) weke eyba însanetiyê dihejmêre. Dema hîs û helwestên mirovahiyê li cem te hebûna tu dê jî mîna wan hizir bikira.
Ez dixwazim ji beyanên te yên li dijî/derveyî mirovahiyê nimûneyekî pêşkêş bikim. Ez dê nimûneyekî ji axaftina te a di rojnameya Milliyetê de ku di 15 ê nîsana 1991 î de belav bûbû, bidim: Li gorî dîtina Ecevit, herêma biewlekar a kurda ku ji aliyê DYE ve tê çêkirin/pêkanîn/avakirin, pir xeter e. Encama wê dê avakirina dewletekî kurda bi xwe re bîne. Emerîka dê herêma kurda li hemberî Tirkiyê, Îran û Iraqê weke navgînekî zordestiyê/tehdîdê bikar bîne.
Yanê tu dibêje ku, bila hevalê min Sadam Hisêyn berê êrîşa xwe bide kurda û çend milyon ji kurda, jin, pîr, zarokan qetil bike/bikûje.
Rast e, Sadam Hisêyn hevalê te ye. Di roja herî teng de tu çû serdana wî/ber nigên wî. Te destê xwe dirêjî destê wî yên bi xwîn/qirêjî kir. Di dema serdana xwe de tu nûçevan bû. Peyvek me yê pêşiya heye: "Keça qereç nikare bibe xatûna mala". Rast e. Piştî serokwezîrtiyê bûna nûçevanê rojnameyekî rengîn, dişibe peyva me(!)..
Ecevit, tu evî. Û tu serokatiya partiyek e malbatî dikî. Kurdê ku dengê/raya xwe bidine partiya te, bila destê wî/wan bişke (5-11 gulan 1991).
Dibêjin ku Kerkûkê xwîn digirî
Ji xwe re li hinek nivîskarên me (tirk) binêrin bê çiqasî nezan in û zirtole ne. Peyvên ku dibêjin, sûda xwe ne ji kurda re û ne jî tirka re heye. Di nava hemwelatiyên Tirkiyê de tenê kîn û jihevdurdixistinê pê ve çi nirxên xwe tune ye. Weke mîsal, di sernivîsa nûçeya rojnameya Milliyetê a 30 nîsana 1991 î ê de wisan tê gotin: Turkmen naxwazin têkevin bin nîrê kurda û ketinek wisa red dikin. Kerkûk xwîn digirî.
Mirov dema sernivîsê bixwîne dê bawer bike ku hetanî niha li Kerkûkê ala azeriyan ber bi ezmên ve dihate bilind kirin û lewma ew naxwazin niha di bin nîrê kurda de bijîn (!). Ev 70 sal e hûn segtiya (kuçiktiya) ereban qebûl dikin, lê çima hûn a kurda napejirînin?!
Bibihurin (efû) turkmenên Kerkûkê, berê peyvên min ne li we, lê li çapemeniya me (tirk) a bêexlaq e. Ez bawer nakim ku hûn mîna wan hizir bikin û ji kurda re wisan bêjin. Ji ber ku hûn û kurda bi hev re di zîndanên dewleta faşîst a Iraqê girtî ne û hûn bi hev re diçine ber sêdarê. Di dema koçberiya kambax a vê dawiyê de jî hûn û kurda bi hev re bûn. Lê dema li hemberî van rastiyan, turkmen bidin pey şopa çapemeniya tirkiyê û weke wan hizir bikin, tercîha we, jiyana di bin nîrê ereban de be, ez dê ji we re bêjim: Rêya we hetanî cehemê vekirî ye/cehenema we kirî/dojeh paya be! Kerkûkê dê zêde li ser we negirî (Kerkûkê pêwîstiya xwe zêde bi we tune ye) .
Erebên serker her roj petrola Kerkûkê talan dikirin. Bi pereyên petrolê çekên/sîlah giran dikirîn û berê wan çekan didane kurda û turkmena.
Çima wê demê qala giriyê Kerkûkê nedihate kirin?! Çima niha qala giriyê wê tê kirin?!
Ez bawer im ev rojnamevanên nezan û bêexlaq dixwazin bi rêya şantaj, hîle û derewan meşhûr bibin.
Kerkûkê ji ber hebûna kurda nagirî. Ji xwe Kerkûkê beşek ji xaka Kurdistanê ye. Turkmenên li wir jî penaber in û di demên berê de bi dilxwaziya kurda li wir bi cî bûne. Kerkûk ne bajarek ji yê Azerbeycanê ye ku turkmen li wir xwîn bigirîn.
Hejmarek dewletên tirka hene. Tirk mîna kurda ji awira hebûna dewletên xwe ve ne hejar in, 10 dewletên wan hene. Dema turkmen ji jiyana xwe a li Kerkûkê ne xweş bin (ne memnûn bin) rê ji wan re vekirî ye. Ew dikarin bar bikin û herin li dewletekî ji yên xwe û jiyana xwe li wir bidomînin (2-8 hezîran 1991).
Mûsa Anter kî ye?Rewşenbîrê hemdemî Anter di 1920 an de li gundekî Nisêbînê, li Zivingê hate dinyê. Piştî xwendina destpêkê û ya navîn li Zanîngeha Stenbolê dest bi xwendina hiqûqê kir. 1944 an de bi Hale Xatûnê re zewicî. Anter ji ber dîtinên xwe yê polîtîk û Kurdîstanîbûna xwe gelek caran hate girtin, îşkencekirin. Wî di dema girtina xwe de jî nîvisî. Zindanîkirina wî bi 49 kurdên xwendevan û welatperwer re ku bi navê "doza 49 an" tê nasîn, bûyerekî dîrokî ye û bi serê xwe cihê lêkolînan e. Anter gelek caran hate dadgehkirin. Lê dadgehên tirka jê re bûbû nîgargehek e şanoyî. Zanabûna xwe a polîtîk, bilinbûna xwe a çandî li ser kurbûna xwe a hiqûqî siwar dikir û şerê dadgêrên mahkemê dikir. Doza kurd di dadgehên Tirkiyê de dihanî zimên. Endamên dadgehê ji bo cezekirina wî çi rê peyde nedikir. Mûsa tevayê rêyan li ber wan digirt. Mûsa, henekê xwe bi qanûnê Tirkiyê dikir û serbilindiya kurdbûyînê dihanî zimên.Mûsa mirovekî civathez bû, henek û pêyvên xwe bi nukteyan barkirî bû. Mala wî, cihê mêvana bû, kêfa wî bi taybetî ji sohbeta xortan re dihat. Gelek xortên kurdan bi nîvîs û sohbetên wî şiyar bûn. Piştî ku zarokên wî (Anter, Rahşan, Dîcle) li derveyî welêt bi cî bûn, hejmarek kesên ciwan bi çavê "bavê manewî" nêzî wî dibû. Mûsa jî bi çavê zarokên xwe li wan dinêrî û hezkirina xwe li ser wan kêm nedikir. Rojnamevan û nivîskarê navdar Mûsa Anter kutupxaneyek e zindî bû. Hayê wî ji serpêhatiyên herêmê hebû. Dîroka Kurdistanê pir alî zanî bû. Klasîkên kurdî li ber destê wî bû.Nivîsevaniya Mûsa xwedî stîlek e taybetî ye û pir dijwar e ku mirov bi şêweyê wî binîvisîne. Ji ber ku makaleyên wî kin, têr, tije, bi hedef û bi nukte bûn. Qûncikên Mûsa meydana şerî bû. Wî bi makaleyên xwe neyaran bombebaran dikir. Anter hejmarek pirtûk nivîsîne. Hinek ji berhemên wî ev in: Kimil (Kimil helbestek e, di helbetsê de qala xetera kimilê dike ku çawa ziyanê dide genim û zêd, gundî pê pêrîşan dibin), Brîna reş (lîstikek şanoyî ye), Vakianame, Hatiralarim 1-2 (bîranînên Anter in). Rojnamevaniya Mûsa pir xurt bû. Dûr didît, kur didît, zû didît û heqê nivîsê di dema xwe de dida wê. Di derxistina gelek kovar û rojnameyan de rola wî çêbû. Hetanî roja hate şehîdkirin jî nîvîsî, gelek kesên rojnamevan ji kaniya wî av vexwar. Şark Postası, İleri Yurt, Rewşen û Welat beşek ji rojname û kovar bûn ku birêvebiriya wan dikir an ji wan re dinivîsî. Mûsa Anter jiyanek e din bin raçavkirinê de derbas kir. Ji aliyê sîxurên dewletê dihate taqîpkirin. Ji awira ewlekariyê ve ji wan re xeter dihate dîtin. Ji xwe wî gelek caran qal dikir û şikên xwe li hemberî dewletê dihanî zimên. Zanîbû ku rojekê dê bi destê neyaran û bi nemerdî bê qetilkirin. Lewma di saxîtiya xwe de digot ku, ew dixwaze têkeve rêza Şex Seîd, Seyid Riza û Qasemlo, bibe şehîdê welêt... Anter, bi destê hêzên reş a dewleta Tirkiyê 20 îlona 1992 an de hate kûştin. Şehîdê nemir Anter di dilê Gelê Kurd de dijî û dê herdem bijî (Zarathustra News).
Yezidiler-Êzidîyên-یزیدیان- يزيدية
1970'li yıllara kadar özellikle Urfa-Viranşehir'de yoğun olarak yaşayan ve sayıları 80.000'i bulan Türkiye Yezidileri, 1980'lerle beraber yurtdışına göç etmeye başlamışlardır. 1985 yılında 23.000'e inen sayıları, 2007 yılında 377'ye kadar (Urfa'da 243, Batman'da 72, Mardin'de 51, Diyarbakır'da 11 kişi) gerilemiştir. Türkiye Yezidilerinin büyük bir kısmı bugün Almanya'da yaşamaktadır, Avrupa Parlamentosu üyesi Feleknas Uca bunlardan biridir.
Muziga Hezar Salan,Kamkars
Biography:
The Kamkars, a Kurdish family of seven brothers and a sister, are undeniably one of the leading musical ensembles in Iran today. Their repertoire ranges from the vast array of Kurdish music with its poignant, entrancing melodies and uplifting high energy rhythms to the traditional classical music of Iran. The repertoire of Kurdish music is richly diverse and deeply-rooted in the ancient history and culture of its proud and passionate people. It speaks of epic tales and wars, romantic love, and recounts ancient myths and stories of national and religious heroes, some of which date back to thousands of years to the time of the ancient Medes (the ancestors of the Kurds).
Hooshang Kamkar was born in 1947. He studied at the Faculty of Fine Arts in Tehran, the Sanat Chilipa Academy in Rome, and the University of San Francisco. He is a prolific composer, writer and translator. Among his best known compositions are, The Victory of Bahman, Marigold, God Ship Martyrs, Abidar's Springs and In Memory of Hafez.
Bijan Kamkar was born in 1949 and is the lead singer for the group. He also plays tar, robabsantur, and is the conductor of for the group. In 1969 Pashang himself became a santur teacher at the Center Art and Culture in Sanandaj. He studied at the Faculty of Fine Arts and has worked with Sanandaj Radio. Pashang has composed a number of accomplished works, and is one of the founder members of" href="http://www.blogger.com/view_instrument.php?id=," a [instrument="tombak]tombak -" [instrument]setar?>, the teaches now She violin. and setar plays ?brothers? of member female only is 1953 in born Kamkar was Shayda?. Ghashang the daf - the Kurdish drum which he has introduced to the classical Iranian repertoire. He is a graduate of the Faculty of Fine Arts in Tehran.
Pashang Kamkar was born in 1951. He plays the santur, and is the conductor of for the group. In 1969 Pashang himself became a santur teacher at the Center Art and Culture in Sanandaj. He studied at the Faculty of Fine Arts and has worked with Sanandaj Radio. Pashang has composed a number of accomplished works, and is one of the founder members of "Shayda".
Ghashang Kamkar was born in 1953 and is the only female member of the "brothers" and plays the setar and the violin. She now teaches the [instrument]setar to the growing number of Iranian women who are interested in becoming musicians.
Arjang Kamkar was born in 1956. As a child he was interested in painting, and so came to Tehran in 1978 to study art at the Faculty of Fine Arts. As he lived in a family of musicians, he learned to play the tombak, which he played for many years as a member of the Art and Culture Orchestra of Sanandaj.
Arsalan Kamkar was born in 1960. He has played violin in the Tehran Symphony Orchestra, and is also an excellent barbat player. His compositions are regularly performed and include a symphony called The Story of My Father's Land, written with his brother Ardeshir.
Ardeshir Kamkar was born in 1962. He came to Tehran in 1980 and continued his study of traditional arrangements by Mohommed Reza Lotfi and his brother Pashang. Ardeshir has always been keen to explore the range and capabilities of the kamancheh, for which he has written a number of pieces and books.
Ardavan Kamkar was born in 1968, and was taught to play the santur by his father when he was only four years old. Throughout his childhood he belonged to numerous musical groups, and often appeared on local radio. After seventeen years of santur playing, Ardavan has invented a new technique, and is a gifted soloist and improviser. He has also written a number of pieces and technical etudes for the santur.
- Current Members: Hushang (director, composer)
- Pashang Kamkar (santur)
- Ghashang Kamkar (setar)
- Bijan Kamkar (vocal, robab, daf)
- Arjang Kamkar (tombak)
- Arsalan Kamkar (barbat, vocal)
- Ardeshir Kamkar (kamancheh)
- Ardavan Kamkar (santur)
- Saba Kamkar (vocal)
- Maryam Ebrahimpur (vocal, ghichak)