18 Kasım 2008 Salı

Ehmedê Xanî


Ehmedê Xanî (1651-1707) wekî Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e.

Peykerê Ehmedê Xanî (Zaxo)
Ehmedê Xanî, di sala 1651'ê de hatiye dinê. Cihê ku hatiye dinê tam ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.
Dema ku 14 salî bûye dest bi nivisînê kiriye. Dema ku nivîsîna "Mem û Zîn"ê temam kiriye 44 salî bûye. Xanî li Kurdîstana Jorîn li Bajarê Bayezidê wefat kiriye. Gora wî li Bajarê Bazidê ye. Tirba Xanî ziyaretgeha xelkê ye.
Xanî, bi "Mem û Zîn"a xwe ya ku destana neteweyî ya neteweyê Kurd e, di dilê neteweyê Kurd de cihê bilindtirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye "Xaniyê nemir."
Mem û Zîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ku Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan.

Celadet Bedirxan li ser Ehmedê Xanî

Ji meqeleya Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî bona pirtûka wî »Mesnewî« de gotiye:
"Men çi goyem wesfi an alîcenabNîst pêxember welê dared pirtûk."
Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê pirtûka wî heye.Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.
Di heqê Ehmedê Xanî û pirtûka wî Mem û Zîn (an jî Memozîn) de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan pirtûk e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.
Xanî di wextekî welê de rabû ku - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.
Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye:
"Şahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Mem û Zîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eşharan û beyt bi zaravayê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji şierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e."
Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.

Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû

Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.


Îsal gehişte çil û çaran



Ev pêşrewê gunahkaran

Xanî ji Mem û Zînê pê ve hin eserên din hene. Wek Eqîda îmanê û Nûbihara biçûkan : ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:

Ji paş hemd û selewatan



Ev çend kelîme jî ji luxatan



Vêk êxistine Ehmedê Xanî



Navê Nûbihara biçûkan lê danî

Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin ku nêzî rastiya Ehmedê Xanî ne.
Şairê neteweyî û bavê bîr û baweriya neteweyiya kurd Ahmedê Xanî yek ji wan kesayetiyên kurdan e ku li serê gelek hatiye nivîsîn, lê tiştên ku hatine nivîsîn ne li ser esasên zanyariyên belgeyî, pirtir teswîr û pesindayînên derbirîna hissên neteweyî ne, gelek caran tekrara hev in, xeyalî ne, heta ji rastiya jiyan û bîr û baweriyên wî dûr in.
Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin ku nêzî rastiya Ahmedê Xanî ne. Gava meriv bala xwe dide wan, ew jî, ew agahî ne ku xwe rasterast dispêrin berhemên Ahmedê Xanî, di serî de jî şahesera wî Mem û Zînê.
Min bi xwe heta van demên dawiyê di nav nivîsarên ciddî de wek fakta tenha cumleyek dîtibû ku ne ji berhemên Ehmedê Xanî bi xwe be. Ew jî xwedan çavkaniyeka nezelal bû û gûman li ser rastiya hebûna wê cumleyê hebû. Ya ku ez bahs dikim ew cumleya erebî ye ya ku bi hesabê ebcedê tarîxa wefata Ehmedê Xanî diyar dike: ”Tara Xanî îlla rebbîhî”. (Xanî ber bi Rebbê xwe ve firiya)
Cara pêşîn mamoste Elaeddîn Seccadî ev agahî di berhema xwe ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de daye. Lê çavkanî jî zelal nedaye. Nivîsîye ku wî ev agahî ji melayekî alî Amedîyê yê bi navê Mela Salih wergirtiye. Ev agahî bi destnivîs li pişt kitêba wî ya bi navê Semedîye nivîsandî bû ye. Elaeddîn Seccadî ev Mela Salih li Bexdayê li hewşa mizgeftekê nas kiriye pê re xeber daye û pişt re ew ji hev veqetiyane û nehatiye zanîn ku wekî pêştir ev Mela Salih kî ye, Semedîye çi kitêb e, kê ew destnivîs li wir nivîsî û gelek pirsên din.
Lê di van demên dawiyê de, kitêbek li ser jiyan û berhemên Ehmedê Xanî derket ku ji alî ronahîkirina hin warên jiyana wî de balkêş e, hin belgeyên ji arşîva Împaratoriya Osmanî tê de hene ku Ehmedê Xanî pirtir bi meriv didin nasîn.
Esas him kitêb, him jî nivîskarê wê gelek balkêş e. Nivîskar li ser jiyan û eslê xwe diyar dike ku ew ji malbateka mela û alim tê ku bi esil digihîjin malbata Ehmedê Xanî. Li gora nivîskar Ehmedê Xanî bi xwe li pey xwe kur û keç nehiştine, lê ji nesla birê wî ê bi navê Mela Qasim zurriyeta mala Xanî dewam kiriye û hetiye gihîştiye nivîskarî bi xwe.
Nivîskarê ku ez bahs dikim Ebdullah M. Varli ye. Berhema wî ji du cildan pêk tê. Cildek bi navê Dîwan û Jînewarî ya Ehmedê Xanî ye ku ji 476 rûpelan pêk hatiye, lêkolîn e li ser jiyana Ahmedê Xanî û tarîxa mîrekiyên dewra Xanî, bi taybetî jî ya mîrên Bayezîdê. Cilda din bi navê Dîwan û Gobîdeyê Ehmedê Xanî yêd Mayîn e, 556 rûpel e. Tê de helbestên Ehmedê Xanî yên heta niha naskirî û nenaskirî hene. Ew li ser hev 106 şiir in. Pişt re bi navê Qisa Şemû’n berhemeka menzûm heye ku nivîskar dibêje ew ya bavê Ehmedê Xanî Îlyas Bin Eyaz e. Berhemeka bi navê Sîsebanê jî di vê cildê de heye ku li gora lêkolerî ev berhem jî ya Ehmedê Xanî ye. Herdu cild jî di nav berhemên Sipan Yayinevi ve Yayınları de sala 2004ê li Îstanbûlê hatine weşandin.

Esas gava min berhem xwend, min dît ku hem li ser berhemê, hem jî li ser nivîskarê wê lazim e bê rawestan, hûr hûr bê tehlîlkirin û lêkolînên kûr li ser wan bê kirin. Hem agahiyên gelek hêja û balkêş di berhemê de hene, hem jî ji alî metod, uslûb û ziman ew mihtacî lêkolînek û zelalkirineka ciddî ne. Min xwest ez pêwendiyan bi nivîskar re deynim hevpeyivînekê pê re li ser wî û berhemên wî bikim, belkî gelek aliyên vê pirsê zelaltir bibe. Lê mixabin ez li derveyî welêt im û nivîskar bi xwe li Tirkiyê dimîne, heta niha ew derfet peyda nebû.
Di vê nivîsara xwe de ez li ser berhemê û hemû agahiyên ku tê de ne ranawestim. Ez tenê dikarim vê bêjim ku agahî û belgeyên gelek hêja tê de hene, encama xebateka dûr û dirêj û zehmetiyeka zêde ne. Cara pêşîn hin belge tê de hene ku ji arşîva osmaniyan tên û esl û fesl û kar û xebata Ehmedê Xanî rohnî dikin. Ez di vê nivîsê de dixwazim li ser wan belgeyan rawestim û agahiyên ku di wan belgeyan de hene liv vê derê pêşkêş bikim.
Berê ez dixwazim ji devê nivîskarê van herdu cîldan wî bi xwe piçekî bidim nasîn ku bingehê pişt van belge û zanyariyan ronahîtir bibe.
Nivîskar di 1939ê de li gundekî bi navê Hesarê ê navçeya Patnosê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê sala 1946ê li gundê Nenecanê li ba bavê xwe Mela Mehemed (Hoko) destpê kiriye, paşê çuye li medreseyên cuda yên Kurdistanê xwendiye. Sala 1957ê li Şamê li medreseya bi navê Emînîye dawî li xwendina xwe aniye. Di navbera salên 1964-1976ê de li Tirkiyê di nav dezgeha dewletê a dînî Diyanet İşleri Başkanlığı de li Erdîşê karmendî kiriye. Sala 1976ê ji Kurdistanê hatiye sirgûnkirin bo Trabzonê bi şertê ku heta 5 salan nezivire welatê xwe. Sala 1977ê ew bi daxwaza xwe ji vê wazîfê dertê derbasî dezgeha Vakıflar Genel Müdürlüğü (Îdareya Giştî ya Weqfan) dibe. Ew ji bo ku erebî û osmaniya bi tîpên erebî, farisî, tirkî, kurdî zane li Ankarê di arşîvxaneya vê dezgehê de dibe wergêr (mitercim). Di sala 1978ê de ji Ankara tê dûrxistin û tê şandin Edirneyê. Ew li ser vê ji vê wazîfê jî vediqete û di wezareta kulturî de di muzexaneya etnografyayê de dest bi kar dike, dibe berpirsiyarê sicîlên şerî’ (şer’i sîcîller) û nivîsarên kevn ên wê muzexaneyê. Di sala 1984ê de ji wê wezaretê jî tê bidûrxistin û li Halk Kütüphanesi (Kitêbxaneya Gelêrî) dest bi kar dike û dibe berpirsê nivîsên kevn. Di sala 1990ê de buye endamê saziya APK( pisporî lêkolîn, neqişkirin, pêşvaanîn). Di sala 1993ê de, di eynî wezaretê de di beşa Halk Kültürünü Araştırma Geliştirme Genel Müdürlüğü (Îdareya Giştî ye lêkolîn û Geşkirina Kultura Gelêrî) de buye serokê daîreyekê. Di heman salê de ji ber hin meseleyan teqauda xwe xwestiye û ji karê dewletê veqetiyaye.
Çapkirî û necapkirî 32 berhemên wî hene. Li gor agahiyên wî, ew ji malbata mala Xanî tê, wekî malbat wan gelek berhemên Ahmedê Xanî parastine û nesil bi nesil dewrî hev kirine heta gihîştine Abdullah M. Varli bi xwe.
Ew li gelek herêmên Kurdistanê geriyaye, çuye her çar perçeyên Kurdistanê, wî gelek belge, destnivîs, wêne, behs, çîrok û rîwayet li ser dîroka Kurdistanê, li ser navdarên kurd û di vê navberê de li ser Ahmedê Xanî jî kom kirine. Ew bi xwe bahs neke jî diyar e ku ew karên resmî ên wergêriyê ku wî kirine jî îmkan danê ku ew di arşîvên tirkan de ên dema osmaniyan gelek belgeyan bi dest xe, ji xwe hin belge ji wan ên li ser Ahmedê Xanî, belgeyên van arşîva ne.
Di pirtûkê de li ser esasê belgeyên nediyarkirî nivîskar dinivîse ku malbata Xanî bi eslê xwe ji Xana Sêgundan e a ku bi Çelê (Çukurcayê) ve girêdayî ye. Û ew dinivîse ku di ”quyûdê qedîm” ên osmaniyan de ên ji wê demê mayî, navê gundê Xanê derbas dibe. Malbata Xanî berî jidayikbûna wî di dewra bapîrên wî de ji wê herêmê bar kirine, piştî hin qonaxan li herêma Bayezîdê bicîh bûne.
Ew Xaniyan berê wek malbateka alim û yên ku ji bav û kalan de fermanrewatî, dizdarî, qadîtîya hin keleyên bayezîdê û (debîriya) katibiya mîrên Bayezîdê kirine, mamosteyên (lalayên) mîrzadeyên mîran bûne û di medreseyên bilind ên merkezên mîrayetiyê de midderisî kirine. Wek bavikek peydabûne, fireh bûne û pişt re li Bazîdê wek hoz jî belav bûne. Û di sicîlên resmî yên osmaniyan de di tehrîratên wan an belgeyên bi navê ”maliyeden muhawwel” de gelek agahî ji 1485ê bi şunde li ser kesên naskirî û malbatên bi hêz û xwedan meqam ên Xaniyan hene (b. n. d. c 1, r. 119) Ehmedê Xanî bi xwe di seraya Bazîde de debîrê dîwanê bû (120).
Nivîskar tarîxa barkirina malbata Xanî ji Xana Sêgundan û bi taybetî ya bicîhbûna wan a li Bayezîdê 1460-1465 dide (r 118) û dibêje li gor rîwayetan, ew bi fermana mîrê Hekariyan Essedudîn Çengzêrîn bi serweriya mezinê Xaniyan ê bi navê Mîr Hesen rabûne çûne li devera Daroing-Bazîd-Narîn Qelê bicîh bûne (r 119) Mîr Hesen bûye mîrê Kela Zêrînak. Piştî Mîr Hesen kurê wî yê bi navê Mîr Silêman dibe serwerê Diza Zêrînak. Piştî mirina wî jî Mîr Ebdurrezaq dikeve şûna bavê xwe û dibe dizdarê kela Zêrînakê. (r. 123) Ya baş belgekirî ew e ku tê zanîn bapîrê Ahmedê Xanî e dereca pêncê ê bi navê Mîr Ebdurrezaq sala 1485ê li Qela Zêrînakê dizdar û qadî bûye. Ev di secereya hin malbatan de ku dibêjin em ji Xaniyan tên, diyar dibe. (r 119) Piştî Mîr Ebdurrezaq, Şeyx Ebdurrehman serweriya kela Zêrînakê hildide ser milên xwe. Piştî demekê di encama hin şeran de ew ji Zêrînakê tê bidûrxistin, di pey re ew li Bazîdê li Qelet Ribat dibe Qadîyê Dizesorê. Pişt re qadîtîya wî bajarî dikeve destê kurê wî yê bi navê Mîr Rostem. Hin pirsgirêkên wê demê rê vedikin ku Mîr Rostem bixeyide bi xwe dev ji dizdarî û qadîtiya wî bajarî berde, bar ke biçe li Qelet Ribat bicî bibe (r. 124-125). Di pey re wek malbatî li wî bajarî mane û Eyazê kurê Rostem û Ilyasê kurê Eyaz û kurê wî Qasim (birayê Ehmedê Xanî) û kurê wî Yusif û kurê wî Ehmed li vî bajarî jiyane.
Piştî mirina Mîr Rostem kurê wî Eyaz ketiye şûna bavê xwe, di pey mirina wî re jî kurê wî Îlyas ketiye şûnê. Îlyas bi keça Qerexanê kalikê Mîr Qerebehlûlê Pisyanî a bi navê Gulnîgar re zewiciye. Li vir ew bi xizmîtî digihîjin mala serwer. Gulnîgar diya Ahmedê Xanî û Qasim e. Piştî mirina îlyas Qasim dikeve şûna bavê xwe. Piştî wî jî kurê wî yê bi navê Muhemmed, di şûna wî de jî kurê wî yê bi navê Xalid, kurê wî yê bi navê Ahmed. Ev hemû li wî bajarî wek Qadî mane. Giş weke mela hatine naskirin. (r. 126)
Ahmedê Xanî bi xwe nezewicî ye, secereyên ku tên heta demên me xwe wek bavik ji birayê Ehmedê Xanî Mela Qasim tînin xwarê. (r. 128)
Belgeyek li ser vê malbatê ew e ku Şêx Îlyas di berhema xwe de ya bi navê ”Qisa Şem’ûn” diyar kiriye. Wî li dawiya vê berhemê bi erebî wiha nivîsîye: ”Qed ketebe fî eyyemî dewlet Xanî Xanan el kurd, el-e’del Behlûl el-Pisyanî, îlyas bîn Eyyaz bîn Rostem bîn Şeyx Ebdurrehman el kebîr bîn Mîr Ebdurrezaq. Fî senetî 1063[1652 zayînî].” (r 129)
Ji sicîlên herêma Bazîdê ên ku endamên malbatên eşraf, alim û dewlemend qeyd dikirin da serê wan bijmêrin ji bo bac û qamçûran ji waqn bistînin, gelek agahî li ser endamên malbatan hene. Di yekê ji wan sicîlan de agahî li ser malbata Îlyas û Gulnîgara Qîza Qerexan hene. Ji wan sicîlan tê fahmkirin ku bi keç û kurên xwe pênç zarokên Îlyas û Gulnîgarê hene: ferzendê kebîr (kurê mezin) Qasim, duxterê kebîr (keça mezin) Perî, duxterê wusta (keça navîn) Gulîzer, ferzendê sexîr (kurê piçûk) Ehmed, duxterê sexîr (keça piçûk) Kitan. (r. 173)
Di belgeyek din de ku bi navê Tehrîr Quyûdê Qedîme ye û ew di sala 1063yê koçî de 1682yê zayînî de hatiye nivîsîn li ser mala birayê Ahmedê Xanî Mela Qasim e wiha dinivîse: ”Xaneyê Mela Qasim; ferzendê (kurê) Îlyas Efendî; herem (jin); Gulbihar duxterê (keça) Emîr Muhammed, ferzende (kur) Muhammed, duxter (keç); Şahnaz we duxter Perwîn we duxter Şîrîn. Birader Ahmed; ferzendê îlyas, hemeşîre (xwişk); Perî [xwişka Ahmedê Xanî] haremê (jina) Yusuf bîn Yusuf, hemşîre (xwişk); Gulîzer, haremê (jina) Emîr îbrahîm, hermşîre (xwişk) Kitan; haremê (jina) Emîr Xelîl.) (r. 174)
Ehmedê Xanî berê li cem bavê xwe Şêx Îlyas, pişt re li cem birayê xwe Mela Qasim xwendiye. Sêx Îlyas debîrê Mîr Mihemedê Purbelalî bû, ku ew mir, Mela Qasim bû debîrê Mîr Muhammed. Mela Qasim bi xwe zavayê Mîr Mihemed e. (r. 183, 184) Ji hin şiirên Ehmedê Xanî fahm dibe ku wî li Xoşabê li medreseya Etaîye jî xwendiye. (r. 183)
Belgeyeka wê dewrê heye ku lîsteya şagirdên Medresa Gulgûn Ilim (paşê Kullîya Gulgûn Ilim) rê dide. Di wir de Ehmedê kurê Îlyas jî wek şagird xwiya dibe. Ev medrse ji bal malbata mala Xanî hatiye avakirin, pişt re mezin buye, fireh buye buye kullîye. (r. 183)
Piştî demekê Mela Qasim ji debîriye Mîr Mihemed tê bidûrxistin û pismamê Qasim Yusuf dibe debîr, paşê ew jî tê bidûrxistin û Ahmedê Xanî di tarîxa 2 zîlhîcce 1081 (13 adar 1671)ê de dibe debîrê Mîr Mihemedê Purbelalî. Ev mîr yekî kurdperwer û hişyar bûye xwestiye hidûdê mîrîtiya xwe fireh bike û Kurdistanê ava bike. Ehmedê Xanî gelek ji vî mîrî hez kiriye. Gava mîr miriye jî şîîrek pir bi pesn li serê nivîsîye. (r. 219-220)
Xanî bi kurtî di demên Mîr Mihemedê Purbelalî, Mîr Ebdî (Çolaq Ebdî Paşa) Mîr Mîrza, Mîr Xelîl, Mîr Îbrahîm û Mîr Mîrza û Mîr Mihemedê Duduyê de debîriya Serayê kiriye. Demeka nêzîk berî kuştina Mîr Mihemedê Duduyê ji mîr xeyidî ye û dev ji debîriyê berdaye. Tê gotin ku pişt re di riya Şêx Camî yê Neqşîbendî re ku bi eslê xwe ji alî Mehabada niha bû û li alî Bayezîdê mudderisî dikir û şêx jî bû Ehmedê Xanî ket terîqeta wî. Ehmedê Xanî berê şagirdê wî bû li cem wî xwendibû. (r. 221)
Agahiyeka din jî wekî belge di vê berhemê de li ser wefata Ehmedê Xanî tê diyarkirin.
Me di serê vê nivîsarê de behsa cumleyeka bi erebî kir ku Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî Kurdî de daye û li gor hesabê ebcedê tarîxa mirina Ahmedê Xanî derdixe ku hata niha herkes vê tarîxê wek tarîxa mirina wî qebûl dike: ”Tara Xanî ila Rebbîhî”.
Lê Elaeddîn Seccadî dinivîse ku wî wek destnivîs ev li pişt pirtûkekê dîtiye. Helbet belgeyeka wiha ne tekûz e, xwediyê her kitêbekê kare tiştekî li ser qabê an pişta kitêba xwe binivîse, têrê nake ku meriv wê wek belge qebûl bike. Lê cara pêşîn Abdullah M. Varli di vê berhema xwe de diyar dike û dibêje ku ev nivîsa erebî li ser kêla gorra Ahmedê Xanî hatiye nivîsîn. Ew dinivîse ku cara pêşîn ew çûye Bazîdê, li ser kêla gora Ehmedê Xanî nivîsa ”Tara Xanî îlla Rebbîhî” ldîtiye û ew li cem xwe nivîsiye. Lê ew dibêje ku wî li wir ”rebbîhî” tenê bi ”r”yekê nivîsiye, loma jî gava ew nivîs bi hesabê ebcedê hesab kiriye tarîxa wî bûye 1119 hîcrî yanî 1707ê zayînî û ev bi vî awayî belav bûye. Heke ev rast be meriv kare texmîn bike ku ev nivîs e ku li pişt kitêba Mela Salih hatiye nivîsîn û ketiye destê Elaeddîn Seccadî. Lê Abdullah M. Varli dibêje ku van salên dawiyê ew careka din çûye ser gora Ehmed Xanî, tevî ku ew kêl ji ser gorrê hatiye rakirin jî, wî li nav gorristanê careka din ev kêla keftî dîtiye, şûştiye û nivîsa wê qeyd kiriye, wî ferq kiriye ku di 56ê de wî şaşîtiyeka piçûk kiriye, tevî ku şedde li ser ”r”yê heye jî wî ev şedde destnîşan nekiriye. Di vê ziyareta xwe ya duduyan de ew careka din li gor hesabê ebcedê vê carê ”r”yê bi du ”r” hesab dike, tarîx dibe 1021ê hîcrî, yanî 1709ê zayînî (r. 241-243) Yenî heke ev rast be tarîxa jidayikbuna Xanî dibe 1650-51 û ya wefata wî dibe 1707.
Ji van zanyariyan bêtir hîn gelek zanyarî di derbarê Ehmedê Xanî û dewra wî de, di derbarê malbata wî de, di vê xebata hêja de hene. Cildê duduyan cih dide gelek şiiran ku heta niha li tu derê nehatine weşandin. Lê meriv rastiyê bêje, divê heyetek pispor tevî mamoste Abdullah M. Varlî rûnê ev berhem belgeyên ku bûne çavkaniyên vê berhemê ji nuh ve bên tehqîqkirin û zanyariyên wê bi awayekî ilmî ji nuh ve bên pêşkêşkirin. Hêvî dikim ku ev kar di demeka nêzîk de were biserxistin ûagahiyên nuh bi awayekî tekûztir û sererastir têkevin ber destên lêkoler û xwendevanan.


Ahmed-i Hâni (Kürtçe: Ehmedê Xanî) (d. 1651 - ö. 1707), 17. yüzyılda, divân edebiyatının, Kürtçe'nin Kurmanci lehçesine uyarlanmış şekli olan "Mem û Zîn"i yazan, Hakkarili tarihçi, edebiyatçı ve mutasavvıf. Yaşadığı yörede zaman zaman şeyh olarak kabul edilmiş, Hani Baba adıyla da anılmıştır. Doğu Bayazıt medreselerinde müderrislik ve saray katipliği yapmıştır.
Ahmed-i Hâni, Mem û Zîn adlı eserinde, Emir Zeynettin'in güzellikleriyle dillere destan olan Zin ve Sti adlı iki kız kardeşinin Mem ve Tajdin ismindeki iki gençle olan aşklarını şiir şeklinde anlatır. Eser, aynı adla sinemaya da uyarlanmıştır.

Eserleri

  • Mem û Zîn ( Aşk destanı)
  • Nûbara Biçûkan (Çocuk kitabı)
  • Eqîda Îmanê (İdeoloji ve İnanç)
  • Eqîdeya Îslamê (İslam İnancı)
  • Fî Beyanî Erkanî Îslam (İslam'ın Temelleri)

Turbesi

Ahmed-i Hani Türbesi, Ahmed-i Hani'ye ait türbedir. Türbenin yanında sonradan bir de cami yapılmıştır. Türbe Ağrı'da; Doğubayazıt'a 8 km. mesafede, İshak Paşa Sarayının üst kısmındadır. Bölgede en çok ziyaret edilen türbedir.

0 yorum:

 

My Blog List

Hello

Ortaya çıkan çeteleşme eğilimlerini erkenden tespit edememe ve yeterince tavır koyamama ikinci önemli stratejik yetmezliktir. Bu rolü güvenilir arkadaşlara bırakmak dogmatizmin diğer bir sonucudur. O kadar soylu değeri çarçur ederlerken, mutlaka fark edebilmeli ve dur diyebilmeliydim. PKK'nin bütün soylu çabalarına en büyük darbeyi bu yönlü gelişmeler vurmuştur. Adeta canavarlaşmış bazı kişiliklerin inanılmaz nitelik arz etmelerinin izahı güçtür. Büyük emeklerle hazırlanan yapının bu öğelere kolay teslim olması daha da anlaşılmaz konudur. Bendeki müthiş arkadaşlık anlayışı hep en iyisini yaparlar, en dürüstüdürler, ellerinden gelmeyecek iş yoktur, çağdaş havarilerdir biçimindeki dogmatizme varan inanış bu gelişmelerde etkili olmuştur. Geç uyandık. Tam uyandığımızda veya fark ettiğimizde, stratejik olarak hem zaman hem büyük çabaların ürünü başta genç savaşçılar, halk, maddi ve manevi birçok değer kaybedilmişti.1992-1993 derslerini daha derinliğine çıkarmalıydım. Irak-Kuveyt krizi ile 1991'de ülkedeki gruplarla olmak daha doğru olacaktı. 1982'lerde yapmadığım işi, atmadığım adımı bu sefer yapma ve atma biçiminde olmalıydı. Ortadoğu çalışmalarını ikinci plana bırakmak gerekirdi. Fakat aynı yaklaşım, yoğun takviyeler altından başarıyla kalkılacağına beni inandırmıştı. Binlerce nitelikli kadro içinden mutlaka sürece cevap verenlerin çıkacağı hep beklenmişti. Fakat hareketin bağrındaki çetecilik ve sorumsuz merkezi yaklaşım tüm katkıları boşa çıkarıyordu. Tarih göz göre göre başarısızlığa götürülüyordu. Disiplin ve fedakarlıkla fazla değer kurtarılamaz, görevler başarılamazdı. 1992 sonlarındaki Osman Öcalan'ın YNK ile boyun eğmeyi andıran uzlaşması, Murat Karayılan ve Cemil Bayık'ın intiharvari çabaları tesadüfen birleşerek sürecin daha büyük kaybını önledi. Köklü ders çıkarılması gereken nokta buydu. Ülke içi ihmal edilmemekle birlikte, merkezi kadro yapısının köklü çözümüne ihtiyaç vardı. Bunu Suriye üzerinde yeni okullar açmayla telafi etme ve aşırı tekrarlama çalışmaları beni oldukça tıkadı. Çabaların anlamı pek kalmamıştı. Bizzat müdahaleyi yapmada geç kalmıştım. O kadar değer kaybından sonra yönelmeyi kendime yediremiyordum. Tıkanmayı askeri değil, siyasi yollardan açma deneyimi daha anlamlı geliyordu. Askeri yönelim toptan intihara götürebilirdi. Siyasi çalışma ise, daha potansiyelli hareketi mümkün kılabilirdi. Yapıda tekdüzelik sürdü. Aynı tarz çalışmalar KONGRA GEL dönemine kadar yansıdı. Son iç bunalımların kökeni aslında ülkeye gidiş ve orada üsleniş, çalışma tarzı ve temel taktik anlayışların bir devamından ibarettir. Özeleştiriler anlamlı yapılmamıştı. Eski kişilik ve çalışma tarzında ısrar vardı. Bu da her zaman ve her yerde anlamsız kayıplara, yerine getirilemeyen görevlere, acılara ve sonuçta tasfiyelere yol açmaktan öteye gidemezdi.İkinci yaşam dönemi devlet odaklı olduğundan, ama daha henüz yitirilmemiş komünal demokratik duruş özelliklerinden ötürü çelişkiliydi. Sonucu bu çelişkilerin boğuşması belirleyecekti. 15 Şubat 1999 aynı zamanda devlet odaklı yürüyüşe ölüm darbesi indirmişti. Eğer devlet odaklı particilik, devletçilik bir hastalıksa, o halde 15 Şubat 1999'da tüm kapitalist dünya devletlerinin bana vurduğu darbe aynı zamanda üçüncü doğuşum için bir ilaç, bir ebelik rolünü oynayacaktı.Üçüncü yaşam dönemi, eğer adına ve özüne yaşam denilebilecekse, 15 Şubat 1999'dan sonuna kadar gidilebilecek aşama olarak ayrıştırılabilir. Belirgin niteliği, genelde devlet odaklı, özelde kapitalist modern yaşamdan kopuşla başlamasıdır. Tekrar yaban yaşama koşmuyorum. On bin yıl öncesine gidecek değilim. Ama insanlığın bazı temel değerlerinin o yıllarda gizli olduğu da kesindir. Uygarlığın bin bir hile ve zorbalıkla kestiği o dönem insanlığı bilimsel teknik seviyeyle bütünleştirilmedikçe, insanın gerçek kurtuluşu, özgürlüğü mümkün olamazdı.Uygarlık ve devlet odaklı yaşamdan kopmak gerileme değildir. Tersine doğadan ölümcül kopuşa, kan ve yalana dayalı şişirilmiş iktidar kişiliğinden vazgeçme belki de en temelli sağlığa kavuşma imkanıdır. Hastalıklı toplumdan sağlıklı topluma, sıkboğaz, obez, çevreden kopmuş, bir nevi kanserleşme olan aşırı şehirleşmiş toplumdan ekolojik topluma, tepeden tırnağa otoriter ve totaliter devletli toplumdan komünal demokratik ve özgür eşit topluma doğru bir yöneliş söz konusudur. Avcı kültürüyle hayvan katliamına, uygarlığın insan katliamına, kapitalizmin doğa felaketine yol açan zincirleme halkasından kurtulma yeni bir insanlığa kapıyı aralayabilir. Hayvanlarla dost, doğayla barışmış, kadınlarla dengeli güç yapısına dayanan, barışçıl, özgür eşit, aşklı yaşam, bilim ve tekniğin gücünü savaş ve iktidarın oyuncağı olmaktan çıkarmış ahlaklı politik bir kişilik, beni, en azından ENKİDU'yu şehre ve devlete bağlıyan çekim gücü kadar çekiyor, anlamlı kılıyor. Tek kişilik tutukevinin yarattığı bir özlemden kesinlikle bahsetmiyorum. Büyük bir düşünsel, ruhsal paradigmadan bahsediyorum. Kategorik yaklaşımdan, büyük güce tapınmadan, çağın, tüm uygarlıkların kan lekeleri altında parıldayan yaldızlı yaşamlarından gerçekten hem bıktım hem nefret ediyorum.Çocukken genlerime işlemiş avcı kültüründen ötürü gözümü kırpmadan başlarını kestiğim, kopardığım, kurnazca avladığım kuşlardan, vurduğum hayvanlardan özür dilemekle başlamak istiyorum yeni yaşam dönemime. En büyük saadetin kaşaneli köşklerde değil, yeşil çevreli kulübemsi mekanda yaşandığına inanıyorum. Doğayı tüm renkleri, sesleri ve anlamları içinde dinleyerek, bütünleşerek yaşamın erdemine ulaşılacağına inanıyorum. Gerçek ilerlemenin dev kentlerden ve iktidar otoritelerinden geçmediğine, tersine bunların en büyük hastalık kaynağı olduğuna; buna karşın eski köyü de, yeni kenti de aşmış, ekolojik yerleşimi bilimin ve tekniğin en son verileri ile karşılayan bir mekansal yaşamın gerçek devrim olduğuna inanıyorum. Aradaki kocaman uygarlık yapılarının insanlığın mezarı olduğuna inanıyorum. Bir gelecek yürüyüşü olacaksa, bu gerçekler temelinde olursa anlamlı ve yürümeye değer olduğuna inanıyorum.Hiyerarşik devletçi sınıf uygarlığından kopmak en büyük özeleştiridir. Bunu başaracağıma inanıyorum. İnsanlığın çocukluğuna, emekçilerin, halkların unutturulmuş tarihine, kadınların, çocukların ve çocuk ihtiyarların ütopyalarındaki özgür eşit dünyalarına katılmayı, başarıyı orada sağlamayı daha çok istiyorum.Bunların hepsi ütopya. Ama bazen ütopyalar mezardan beter yapılar içindeki yaşamın tek kurtarıcı esinidir. Günümüzdeki mezarlardan beter yapılardan tabii ki öncelikle ütopyayla çıkış yapılacaktır. Durumum hiçbir insana benzemiyor. Benzemesini de istemiyorum. Daha iyi anladığıma, hissettiğime göre iyi yoldayım. Anlamın ve hissin yaşattığı bir insan en güçlü insandır. Büyüklere benzeme günahını bir daha işlemeyeceğim kesindir. Zaten benzemeyi ne çok istedim ne de becerdim. İnsanlığın geçmişi daha gerçektir. Ona saygılı olacağım ve yaşamı orada arayıp bulacak ve yeniden başlatacağım. Gelecek bu çabaların işleyiş halinden başka bir şey değildir.Hep kendimi mi düşünüyorum? Değil. Savunmam tüm insanlık için bir şeyler öğretebilir. Yeniden yapılanmış PKK bütün soylu arkadaşlarımı, anlam gücü ve iradesi olan yoldaşlarımı birleştirebilir. KOMA GEL tüm Kürdistan halkını ve dostlarını demokratik bir çatı olarak toparlayabilir. Yaşamımıza, ülke ve toplumumuza rasgele saldıracaklara karşı HPG iyi bir savunma savaşı verebilir; anlayışsız, zalim ve haksızdan hesap sorabilir. En soylu kadınlarımız tüm zamanların tanrıça olgunluğu, anlayışlılığı, melek saflığı ve azizeliği ve Afrodit güzelliğini kimliğinde bütünleştiren PAJK'da birleşebilir.Bu savunmayla temel insanlık anlayış ve idealimi uygarlığın son temsilcisi olarak hayli gururlu ve kendinden emin AB'nin yargı organı AİHM'e sunarken, olumlu beklentilerden ziyade, sistemin kar büyücülüğüne alet olmaktan öteye bir rol oynamayacağından ötürü üzüntülerimi belirtebilirim. Daha demokratik, özgür ve adil toplum dileklerimle saygılarımı sunarım.27 Nisan 2004Tek Kişilik Tutukevi/ Mudanya/ BursaAbdullah ÖCALAN

Mezopotamia History © 2008 Business Ads Ready is Designed by Ipiet Supported by Tadpole's Notez